Roja Pêncşemê, 10 Îlon
Wêrankirina [Orşelîmê] nêzîk bûye (Lûqa 21:20).
Wêrankirina Orşelîmê, ya ku Îsa Mesîh ji berê ve behsa wê kiribû, her ku diçû nêzîktir dibû. Wexta şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li Cihûstanê dijiyan hebû ku tehemul û baweriya xwe xurttir bikin (Îbranî 10:25; 12:1, 2). Îro, em li benda tengasiyeke wisa ne, ya ku ji tengasiya ku şagirtên Îbranî didît, qat bi qat girantir e (Meta 24:21; Peyxam 16:14, 16). Ji ber vê yekê, bala xwe bidin şîretên ku Yehowa dabûn wan, çimkî ew şîret ji bo me jî bifeyde ne. Di nameya xwe de, Pawlosê şandî ji xwişk û birayên Îbranî re got ku bila ew Peyva Xwedê rind lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin (Îbranî 5:14–6:1). Li ser esasê Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî, Pawlos nîşanî xwişk û birayan da ku îbadeta şagirtên Îsa Mesîh ji îbadeta Cihûyan baştir e. Pawlos dizanibû ku eger zanîna wan zêde be û ew rastiyê baştir fehm bikin, ev yek wê alî wan bike ku ew fikrên şaş red bikin û ji rêya rast şaş nebin. w24.09 8 par. 2-3; 9 par. 6
Roja Înê, 11 Îlon
Efendiyê me bi rastî jî ji mirinê hatiye rakirin (Lûqa 24:34).
Şagirtên Îsa Mesîh hewceyî teşwîqê bûn. Gelo çima? Hin ji wan dev ji mal, kar û merivên xwe berdabû ku her tim li pey Îsa Mesîh herin (Meta 19:27). Hin kes ji aliyê xelkê ve dihatin nizmdîtin ji ber ku ew bûne şagirtên Îsa Mesîh (Yûhena 9:22). Wan bawer dikir ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye, loma ew hazir bûn ku ji bo xatirê wî fedakariyê bikin (Meta 16:16). Lê belê, gava Îsa Mesîh hat îdamkirin, ew xeyalşikestî û dilteng bûn. Gava Îsa Mesîh didît ku şagirtên wî ji ber mirina wî çi qas xemgîn in, wî fehm dikir ku ev yek normal e, û ew bê şik nedifikirî ku baweriya wan sist e. Loma, ji roja ku ew ji mirinê hat rakirin ve, Îsa Mesîh dest pê kir ku cesaretê bide hevalên xwe. Mesela, gava Meryema Mejdelanî li ber mezelê wî digiriya, ew ji wê re xuya bû (Yûhena 20:11, 16). Wekî din, ew ji du şandiyan re, yên ku ber bi gundê Emausê ve diçûn, xuya bû. Ji xeynî vê, ew ji Petrûsê şandî re jî xuya bû. w24.10 13 par. 5-6
Roja Şemiyê, 12 Îlon
Her tim hazir bin ku hûn hêviya xwe li ber kesên ku pirsan ji we dipirsin, biparêzin (1. Petrûs 3:15).
Dê û bavno, Alî zarokên xwe bikin ku ew baweriya xwe ya bi Xwedê biparêzin. Bi zarokên xwe re di weşanên me de li meqaleyên li ser teoriya peresanê bigerin. Paşê pê derxin ka kîjan fikir bi dîtina zarokên we herî bifeyde ne ku ew rastiya li ser Xwedê ji mirovan re îsbat bikin. Ji zarokên xwe re bibêjin ku eger kesek hazir be ku li ser vê mijarê sohbetê bike, bila ew fikrên xwe bi gotinên hêsan bînin zimên. Mesela, dibe ku hevaldersekî wan wisa bibêje: “Ez tenê bi tiştên ku ez bi çavê xwe dibînim, bawer dikim, û heta niha, min Xwedê nedîtiye.” Zarokên we dikarin wisa cewabê bidin: “Ferz bike ku tu di nav daristanê de dimeşî û ji nişka ve bîreke kevirîn dibînî. Tuyê çi fehm bikî? Ev yek ku li wê derê bîrek heye nîşan dide ku kesekî xwedîaqil ew çêkiriye, ne wisa ye? Lê belê, ma ev yek ku erd û ezman hene nîşan nade ku kesekî xwedîaqil ew çêkirine?” w24.12 18 par. 16