Înî, 12 Hezîranê
Xwedê dixwaze wekî hûn wî bawer bikin, yê ku ewî şandiye (Yûhn. 6:29).
Seva ku kesek “jîyîna heta-hetayê bistîne”, ew gerekê baweriya xwe Îsa bîne (Yûhenna 3:16-18, 36; 17:3). Gelek Cihûya qebûl nedikir, ku ewana gerekê baweriya xwe Îsa bînin. Wana ji wî pirsî: “Îja tuyê kîjan keremetê bikî, wekî em bivînin û te bawer bikin?” (Yûhenna 6:30). Wana got ku kal-bavên wan rojên Mûsada mana standibûn, ya ku bona wan ça nan bû (Nehemya 9:15; Zebûr 78:24, 25). Tê kifşê ku hişê wan hê ser xwarinê bû. Xêncî vê yekê, çaxê Îsa derheqa “nanê rast ji ezmên”, ku “jîyînê dide”, xeber dida, wana ji wî nepirsî ku mena vê gotinê çi ye (Yûhenna 6:32). Wana haqas dîna xwe dida hewcên xweye fîzîkî, wekî guh nedidane giliyên Îsa ku çawa jîyîna heta-hetayê bistînin. w24.12 5-6 ¶10-11
Şemî, 13 Hezîranê
Avakarê her tiştî Xwedê ye (Îbrn. 3:4).
Mektebêda zarên we hîn dibin, ku tebiyetêda gelek tişt li gora qanûnên tebiyetê pêşda tên. Mesele, dibeke ewana hîn dibin, ku hemû kuliyên berfê li gora nexşên gîomêtrîk çêdibin, yên ku nas in ça fraktal. Tebiyetêda nexşên fraktal tiştên dinda jî hene. Gelo kê ev qanûn danîne, bi saya kîjana ev nexşên bedew çêdibin? Çiqas zarên we ser pirsên usa bifikirin, haqas ewana wê bawer bin, ku her tişt çêkirina destê Xwedê ye. Gava zarên we diha mezin bin, hûn dikarin ji wana bipirsin: “Hergê Xwedê em çêkirine, wê aqilayî be bawer kin, ku ewî usa jî bona kara me rêberî daye me, wekî em bextewar bin, usa nîne?” Paşê tu dikarî bêjî, ku ev rêberiya qîmet Kitêba Pîrozda heye. w24.12 16 ¶8
Led, 14 Hezîranê
Nav weda zinêkarî tê kirinê. Û ev zinêkarîke usa ne, ku hela hê nav nebawermendada jî tune. Minra hatiye gotinê ku merivek tevî jina bavê xwe dijî (1 Korn. 5:1).
Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nemek nivîsî û têda got ku gerekê ew kesê gunekar, yê ku tobe nake, îda para civatê nîbe (1 Korintî 5:13). Gelo xûşk-birên din gerekê çi bikirana? Pawlos wanra got ku ewana îda “tevî yê usa heta nên jî nexwin!” (1 Korintî 5:11). Gava meriv tevayî rûdinên û xwarinê dixwin, ewana hevra xeber didin jî. Lema Pawlos dixwest bigota ku gerekê xûşk-bira tevî kesê usa wedê xwe derbaz nekin, wekî nekevine bin hukumê wîyî xirab (1 Korintî 5:5-7). Usa jî ev yek ku xûşk-bira xwe ji kesê gunekar dûr digirtin, dikaribû kesê gunekar bida femkirinê, ku ewî ber çevê Yehowa tiştekî gelek xirab kiriye, wekî ewî şerm kira û tobe kira. w24.08 15 ¶4-5