Roja Yekşemê, 27 Îlon
Min li ber Xudan guneh kir (2. Samûyêl 12:13).
Dawid Padîşah carekê şaşiyeke mezin kir. Lê gava Natan pêxember hat û sûcê wî da rûyê wî, Dawid bi dilnizmî tobe kir (Zebûr 51:3, 4, 17, sernivîs). Hîzkiya Padîşah jî li hemberî Yehowa guneh kir (2. Dîrokan 32:25). Lê wek Dawid Padîşah, Hîzkiya Padîşah jî bi dilnizmî tobe kir (2. Dîrokan 32:26). Dawiya dawîn, Yehowa ew wek padîşahekî dilsoz û baş didît (2. Qiralan 18:3). Gelo em çi dersan distînin? Gerek em ji gunehên xwe tobe bikin û xîret bikin ku em wan dubare nekin. Eger rîspiyên civatê şîretê bidin me – belkî li ser tiştekî ku ji me re wek meseleyeke biçûk xuya dike – gerek em çi bikin? Gerek em nefikirin ku Yehowa ji me hez nake yan ku rîspî li hemberî me ne. Wek me dîtibû, padîşahên baş ên Îsraîlê jî carinan şîret distandin (Îbranî 12:6). Gava em şîretê distînin, bila em (1) wê bi dilnizmî qebûl bikin, (2) xwe serrast bikin û (3) dewam bikin ku bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin. Eger em ji gunehên xwe tobe bikin, Yehowa wê me efû bike (2. Korîntî 7:9, 11). w24.07 22 par. 8-9, 11
Roja Duşemê, 28 Îlon
Kesên ku xerabiyê dikin ji nav xwe derxin (1. Korîntî 5:13).
Gava ku rîspiyan dîsa û dîsa alî kesê gunehkar kir, lê wî alîkariya wan qebûl nekir û tobe nekir, wî ji civatê tê derxistin (2. Qiralan 17:12-15). Hal û hereketên wî nîşan didin ku ew naxwaze li gor qanûnên Yehowa bijî (5. Mûsa 30:19, 20). Paşê îlanek tê xwendin, da ku civat bizane ku ew êdî Şahidê Yehowa nîne. Armanca vê îlanê ne ev e ku kesê gunehkar nizm bike. Sebeb ev e ku xwişk û bira bizanin ku gerek ew êdî bi wî re “nebin heval” û “heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin” (1. Korîntî 5:9-11). Çima lazim e ku civat wisa bike? Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike” (1. Korîntî 5:6). Eger kesên ku gunehên giran dikin û tobe nakin ji civatê nehatana derxistin, dibe ku kesên din wê bifikiriyana ku ne hewce ye ku ew xwe li qanûnên Yehowa bigirin (Methelokên Silêman 13:20; 1. Korîntî 15:33). w24.08 27 par. 3-4
Roja Sêşemê, 29 Îlon
Ez dikarim her tiştî bi destê Xwedê, yê ku qewetê dide min, bikim (Filîpî 4:13).
Em helbet nikarin rasterast qewetê bidin mirovan, lê em dikarin qeweta xwe ji bo xêra wan bi kar bînin. Mesela, em dikarin ji bo karê malê alîkariya xwişk yan birayekî extiyar yan nexweş bikin. Wekî din, em dikarin di karê paqijkirin û tamîrkirina salona îbadetê de bixebitin. Wekî din, ji bîr neke ku em dikarin bi destê gotinên xwe jî qewetê bidin mirovan. Gelo tu kesekî ku hewceyî pesn yan teseliyê ye, nas dikî? Eger wisa be, tu dikarî rû bi rû, bi telefonê yan bi destê mesajeke biçûk pesn yan teseliyê bidî wî. Ji bo vê, ne lazim e ku tu zimanekî bilind bi kar bînî. Çend gotinên sade û jidil jî dikarin alî kesekî bikin ku ew ji Yehowa re dilsoz bimîne yan bibe xwediyê nêrîneke pozîtîf (Methelokên Silêman 12:25; Efesî 4:29). w24.09 28 par. 8-10