KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • hf serê 7 rûp. 22-25
  • Ça Zara Xwe Hîn kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Zara Xwe Hîn kin
  • Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1 USA BIKIN KU ZARÊD WERA HÊSA BE, TEVÎ WE XEBER DIN
  • 2 BIXEBITIN KU WANA FEM BIKIN
  • 3 SER NÊT-MEREMEKÎ BIN
  • 4 HÎNKIRINA RAST BIDINE XEBATÊ
  • Zarên Xwe ji Zarotiyêda Hîn kin
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Zarên Xwe Hîn kin ku Yahowara Xizmet kin (Para 1)
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Ça Dikarî Malbeta Xwe Bextewar kî?; Para 2
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Dê-Bavno Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Yehowa Hiz Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Malbeta We Dikare Bextewar be!
hf serê 7 rûp. 22-25
Bav û kur tevay bîsîklêtê çêdikin

SERÊ 7

Ça Zara Xwe Hîn kin

“Van xeberêd ku ez îro li we emir dikim bira dilêd weda bin. Zarêd xwe qenc hînî van ke” (Qanûna Ducarî 6:6, 7, PKM).

Çaxê Yahowa malbet saz kir, ewî ev şixul da destê dê-bava, wekî ewana bona zarêd xwe xem bikin (Kolosî 3:20). Hûn ça dê yan bav, cabdar in wekî zara xwe hîn kin ku ew Yahowa hiz bike, û wekî li axiriyê ew bibe merivekî cabdar (2 Tîmotêyo 1:5; 3:15). Hûn usa jî gerekê bizanibin ku dilê kur yan qîza weda çi ye. Hemikî mesela weye şexsî seva zara gelek ferz e. Hûnê bikaribin baş zara xwe hînî Xebera Yahowa bikin, hergê xwexa Yahowa dilê xweda ciyê ewlin digirin (Zebûr 40:8).

1 USA BIKIN KU ZARÊD WERA HÊSA BE, TEVÎ WE XEBER DIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19). Femdarî ye wekî hûn dixwazin ku zarêd wera hêsa be, tevî we xeber din. Zar gerekê bizanibin, wekî hûn hazir in guh bidine wan çaxê ewana dixwazin wera xeber din. Edilayê xwey kin û hemû tiştî usa bikin, wekî zar bikaribin hêsa nêt-fikirêd xwe wera bêjin (Aqûb 3:18). Hergê ewana dişirmîş bin, ku hûnê tevî wan sert bin û wana ceza kin, hingê diqewime wekî ewana dilê xwe wera venekin. Hindava zarêd xwe sebirê bidine kifşê. Û timê wana guman kin, wekî hûn wana hiz dikin (Metta 3:17; 1 Korintî 8:1).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Çaxê zarêd we dixwazin tevî we xeber din, hazir bin guh bidine wan

  • Tevî zara ne ku tenê hingê xeber din, çaxê problêmêd wan hene, lê her roj evê yekê bikin

2 BIXEBITIN KU WANA FEM BIKIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Yê ku guh bide şîretê, ... bigihêje serfiraziyê” (Metelok 16:20). Carna seva ku bikaribin hestêd zarêd xwe fem bikin, lazim e hê kûr binihêrin hela çi ewana bi rastiyê dixwazin bêjin. Cahil dikarin carna tiştêd zêde bêjin yan jî nerast şirovekin, yan jî dikarin bêjin tiştekî, lê bi rastiyê ev tiştekî din hesab kin. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ewê ku bê guhdarîkirinê caba xwe dide, axmax e (Metelok 18:13). Pêra-pêra hêrs nekevin û eciz nebin (Metelok 19:11).

Dê hersa xwe radike ser xeberdana qîza xwe

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Firqî tune zarêd we wê çi bêjin, çi jî hebe xeberdana wan nebirin, zef sert nîbin û serwaxt bin

  • Bixebitin ku timê bikine bîra xwe, hela we çi li ser xwe texmîn dikir çaxê weke zarêd xwe bûn, û çi wera hê ferz dihate kifşê

3 SER NÊT-MEREMEKÎ BIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Lawê min, guh bide îkazên [şîretêd] bavê xwe, ji hînkariyên diya xwe neqete!” (Metelok 1:8). Yahowa dê-bavara hukumetî da li ser zarara. Hûn gerekê wan hîn kin, ku qedirê we bizanibin û gura we jî bikin (Efesî 6:1-3). Hergê dê-bav bi hevra “ser nêt-meremekî” nînin, zar dikarin evê yekê texmîn kin (1 Korintî 1:10). Lema jî hergê hûn tiştekîda hevra qayîl nînin, ji aliyê xweda bixebitin, ku ber zara evê yekê nedine kifşê. Çimkî ji bo vê yekê wê qedirê we, ber çevê wan bikeve.

Bav başqe şîret dide zara xwe, hête ku diya wî û birê wî otaxa dinda nin

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Şêwir bikin û werên ser nêtekê, ku çawa hûnê zarêd xwe hîn kin

  • Hergê nihêrandina we derheqa hînkirina zara ji hev cude dibe, bixebitin ku nihêrandina mêr yan jina xwe fem bikin

4 HÎNKIRINA RAST BIDINE XEBATÊ

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Zarok li gora rêya ku bigire mezin bike” (Metelok 22:6). Seva ku zarêd we hînkirina baş bistînin, ev yek bi xwe naqewime. Lê hûn gerekê seva vê yekê tiştekî usa hazir bikin, ku zarêd xwe hîn kin (Zebûr 127:4; Metelok 29:17). Hînkirina usa nayê hesabê ku gerekê wana ceza kin, lê ev tê hesabê ku alî zarêd xwe bikin wekî fem bikin meniya wan qeyda, ku hûn seva wan kifş dikin (Metelok 28:7). Xêncî vê yekê, wana hîn bikin ku Xebera Yahowa hiz bikin û bikaribin prînsîpêd wî fem bikin (Zebûr 1:2). Ev yek wê alî wan bike, ku îsafa temiz nav xweda pêşda bînin (Îbranî 5:14).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Alî zarêd xwe bikin ku ewana bikaribin li ser Xwedê usa binihêrin, ça li ser kesê Zêndî, ser kîjanî ku ewana dikarin guman bin

  • Alî zara bikin ku hîn bin têderxin û birevin ji bênamûsiyê, yêd ku di înternêtêda û tiştêd elektronêye dinda jî dikarin hebin. Wana hîn kin ku çawa gerekê xwe ji wan meriya dûr bigirin, yêd ku zara xirab dikin û tevî wan dixwazin bikevine heleqetiya sêksûal

Dê û bav ji biçûktayê heta nixumandinê, hîn dikin zara xwe ku Yahowara qulix ke

“Zarok li gora rêya ku bigere mezin bike”

YAHOWA WÊ QEWATA WE XELAT KE

Ça dê yan bav cabdariya weye mexsûs heye, ku zarêd xwe hîn kin bizanibin hela Yahowa çi û ça dişirmîş dibe (Efesî 6:4). Yahowa zane wekî seva vê yekê lazim e gelekî bixebitin. Lê hûn dikarin guman bin ku li axiriyê ev yek hurmet-rûmetê wê bide Yahowa, û şabûneke pir mezin jî wera bîne (Metelok 23:24).

JI XWE BIPIRSE . . .

  • Çi ez dikarim bikim, wekî zara min derheqa hemû tiştî bikaribe tevî min xeber de?

  • Çi ez dikarim hîn bim ji wê yekê, ku çawa dê-bavêd din zarêd xwe mezin dikin û hîn dikin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin